'Bila Fatma Tokmak bê berdan'

  • 15:20 29 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Di Rûniştina 514'an a F'yê de hat gotin divê girtiya nexweş a giran Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê girtin, bê berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wek her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 514’emîn de li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan” daliqandin. 
 
'Ev girtîgehên nû yên Tîpa S fikaran zêdetir dikin'
 
Endama Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya ÎHD’ê Leman Yurtsever bi bîr xist ku îqtidarê ragihandiye wê di sala 2022’yan de 36 heb girtîgehên nû çêbike û bi vê yekê re wê li girtîgehan pirsgirêk zêdetir bibin. Leman anî ziman ku niha girtîgehên Tîpa S tên çêkirin û got: “Ev girtîgehên nû yên Tîpa S fikaran zêdetir dikin.” 
 
Fatma bi xetereyê rû bi rû ye
 
Lemanê destnîşan kir ku girtiya nexweş Fatma Tokmak rewşa wê giran e û nexweşînên wek dil, astim û hipertansiyon pê re hene û her wiha li gel van nexweşînan jî nexweşiya diran, reşûşînbûna laşê wê, êşên giran û her tim ji ser hişê xwe diçe. Leman diyar kir ku Fatma Tokmak her çiqas di sala 2006’an de ji ber nexweşînan hatiye berdan jî lê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kiriye di sala 2021’an de hatiye girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Bakirkoyê de ye û her ku çû nexweşîn lê peyda û giran bûn. Leman anî ziman ku ji ber nexweşînan jiyana Fatma bi xetereyê re rûbirû ye. 
 
Divê Fatmayê demildest bê berdan
 
Lemanê da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) tevî hemû raporan jî berdana Fatma asteng dike û her çiqas serldana ji bo berdanê tê kirin jî tê redkirin û daxwaz nayên qebûlkirin. Lemanê diyar kir ku di 12’ê çile de rewşa Fatma giran dibe û wê rakirine nexweşxaneyê lê tevî ku karûbarên dê li nexweşxaneyê bê razandin jî lê şûn ve vegerandine girtîgehê. Lemanê got her ku diçe rewşa Fatmayê giran dibe û jiyana wê di bin xetereyek giran de ye û xwest demildest were berdan.