Li aqubeta Serdar û Ebubekir ên 21 sal berê hatin windakirin, hat pirsîn

  • 14:47 29 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan di hefteya xwe ya 677'an de li aqubeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên li Silopiyê hatin windakirin pirsîn. 
 
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 677'an de li pêş Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, bersûc bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin.  
 
Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Amedê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya heqîqet û aştiyê di hefteya 677’an de didome. Ji bo aqûbeta kesên di salên 1990’î de bi zorê hatin windakirin ronî bibe û hesap ji bersûcan bê pirsîn, bi salan e em têdikoşin. Di pêşengiya dayikan de em di hefteya 677’an de carek din hewl didin vê êşê û vê heqîqetê bînin ziman.”
 
‘Daraza di bin kontrola dewletê de heqîqet ronî nekiriye’
 
Di berdewamiyê de jî Abdullah got li Tirkiyeyê ji ber ku li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî gav nayên avêtin û li daraz li gorî pîvanê hiqûqê gavan navêje, heta niha faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin. Abdullah axaftina xwe wiha domand: “Dijberî vê yekê, faîl hatine parastin. Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên 1990’î de gelek mirov hatin revandin. Daraza di bin kontrola dewletê de ye, mixabin sûcê li dijî mirovahiyê tespît nekiriye û heqîqet ronî nekiriye. Bi rêbaza revandinê xwestin bi taybetî kurdan bêdeng bikin û bitepisînin. Mixabin heta niha bi rastiyê re rû bi rû nebûye. Em carek din darazê vedihewînin ku bi heqîqet û rastiyê re bê hemberî hev û rastiyê ronî bike. Hewldana me ya ji bo vê yekê dê bidome.”  
 
‘Divê maşîneyên zirxî derkevin derveyî qada jiyanê’
 
Abdullah diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîka li gorî ewlehiyê teşe digire û ev tişt anî ziman: “Lewma jî mirov nikare qala edaletê bike. Mirov nikare qala demokrasiyê bike. Minaka vê yekê ya herî nêz, rojên borî li Cizîrê polîsan bi maşîneya zirxî ciwanê 23 salî Abdulgaffar Dayan kuştin. Me Şaxa ÎHD’ê di rapora 14 salên dawî de jî aşkere kir ku her roj mirov bi panzêran û maşîneyên ewlehiyê tên kuştin. Em dixwazin ku êdî dawî li van polîtîkayên ewlehiyê bînin û careke din ev bûyerên bi êş pêş nekevin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên çareseriya gerdûnî bên çareserkirin. Em diyar dikin ku pêwist e ev maşîneyên zirxî yên jiyana mirovan îhlal dikin derxînin derveyî qada jiyanê.” 
 
Li aqubeta Serdar û Ebubekir hat pirsîn
 
Piştî Abdullah, Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz jî çîroka Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Navçeya Silopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş xwend. Firat, anî ziman ku çalakiya xwe di hefteya 677’an de berdewam dikin û vê hefteyê cih didin windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz. Firat got ku di 25’ê çileya 2001’an de Fermandarê Cendirmeyan a Silopiyayê bi telefonê li Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz digerin û dixwazin biçin Fermandariya Cendirmeyan û wiha domand: “Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, li ser banga fermandarê qereqolê diçin Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û carek din agahî ji wan nehat girtin.”