Dayikên Şemiyê: Bersûc dewlet e em dizanin

  • 14:39 29 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bal kişandin ser dosyaya Ayşenur Şimşek a ev 27 sal in tu encam jê nayê girtin diyar kirin ku bersûc dewlet e û wiha gotin:"Dawî li polîtîkayên xwe yên înkar û bêcezahiştinê bînin."
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 879’emîn de çalakiya xwe online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo kedkara Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê di bin çavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wê li goristana bêkesan a bajarê Kirikkaleyê derket, edalet hat xwestin. 
 
‘Wê gel her tim kujeran mehkûm bike’ 
 
Fatma Şîmşek a xwişka Ayşenûrê li ser navê malbatê axivî  û diyar kir ku xwişka wê şoreşgerek bûye û ew li dijî neheqiyên li ser civaka xwe tim radibû. Fatma da zanîn ku xwişka wê ji bo piştevaniyê bide çareseriya pirsgirêkên gelê xwe tevlî têkoşîna birêxistinkirî bûbû û got: “Ew ji ber raman û têkoşîna xwe hat qetilkirin. Bi qetilkirinê re tenê neman, di heman demê de ew li goristana bêkesan veşartine. Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavên xwe, zarokên xwe nas dikin. Em wan kesên fermana qetilkirinê dane jî nas dikin. Em dizanin ku ew kujer û berpirsên xwe di nava dewletê de çawa bûne çete, nas dikin. Gelo yên ku ewladên me qetil kirin, van çeteyan ava kirin û pişt re jî lîsteyên mirinê îmze kirin dewlet bi xwe nîne? Wê gel her tim kujeran mehkûm bike û wê her tim ji we re bêje ‘hûn kujer in’. Winda û qurbaniyên me rûmet û navên hêja li pey xwe hiştin. Wê ev kujer û berpirsên qirêj hemû biçin. Heta kujerên xwişka min werin dîtin, wê têkoşîna me bidome û em ê hêvî û baweriya xwe winda nekin.” 
 
Welatekî bi hiqûq û azadiyê tev bigere lazim e
 
Daxuyaniya vê hefteyê jî xizma Ayşenûrê, Ayşenûr Demîrok xwend. Ayşenûr  got ji wan re welatekî bi hiqûqî û azadî tev bigere ji wan e lazim e. Ayşenûr da zanîn ku Ayşenûr Şîmşek li Enqereyê dijiya, di sala 1990’an de beşa dermansaziyê ya Zanîngeha Hacettepeyê qedandiye û pişt re jî wek dermansaz xebitiye, wek kedkarek tenduristiyê dest bi rêxistinkirina qada tenduristiyê kiriye û ew bûye seroka sazûmankar a Saglik Senê ya Şaxa Enqereyê. 
 
‘Kujer bêceza man û hatin parastin ’ 
 
Ayşenûrê, anî ziman ku Ayşenûrê ji ber xebatên xwe du caran kirine bin çavan û gef li wê û malbata wê hatine xwarinê. Ayşenûrê, diyar kir ku tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze nehatiye wergirtin û paşê cenazeyê wê li goristana bêkesan a li bajarê Kirikkaleyê hatiye dîtin. Ayşenûrê, destnîşan kir ku 27 sal in heta niha tu lêpirsînek bi bandor nehate kirin, kujer bêceza man û hatin parastin û xwest kujer werin dîtin. Ayşenûrê, anî ziman ku wê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan dest ji mekanê xwe Qada Galatasarayê bernedin.