'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 327'an de ye
- 12:13 29 Çile 2022
- Rojane
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 327'an de dewam dike. Emîne û Ferît li se hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parve kirin:"Piştî komkujiya li ser malbata me pêk hat, tiştê me fêm kir zagon li gorî kesan û li gorî bajaran diguhere."
"Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ku sê xizmên xwe di êrişa AKP'yiyan de winda kirin, di roja 327'emîn de berdewam dike. Ji ber îro betlane ye malbat nehat ber Edliyeya Rihayê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê berdewam kir. Malbat ji 9'ê Adarê ve li ber edliyeyê ye û xwesteka xwe ya temînkirina edaletê tîne ziman.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Piştî komkujiya li ser malbata me pêk hat, tiştê me fêm kir zagon li gorî kesan û li gorî bajaran diguhere. Her çiqas daraz hesabê ji yên sûcên mirovahiyê kiribin nexwaze jî lê di wîjdanê civakê de hatine mehkûmkirin."