Girtiyan li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 11:15 29 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li 2'yemîn Hejmara Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê tên girtin li dijî binpêkirina mafên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
Li dijî binpêkirina mafên li 2'yemîn Hejmara Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê girtiyên bi navê Sinan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halis Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan dest bi greva birçîbûnê kirine. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafan ev 63 roj in didome. Girtiyan diyar kirin ku piştî tayinkirina mudurê girtîgehê Haydar Ali Ak binpêkirina mafên li girtîgehê her ku çû zêde bûn. 
 
Li dijî binpêkirina mafan grev dan destpêkirin
 
Girtî Sertaç Kiliçarslan bi rêya hevdîtinê diyar kir ku di 28'ê Mijdarê de 3 hevalên wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û piştî ku zext, zordestiyên li girtîgehê zêdetir bûne di 27'ê Kanûnê de jî hevalên wan ên dinê dest pê kirine. Sertaç da zanîn ku wî dora 12-13 kîloyan daye car caran serê wî gêj dibe û çavên wî tarî dibin. Her wiha carinan jî ricif dikeve canê wî û ew bê hal dikeve. 
 
Daxwazên girtiyan
 
Sertaç diyar kir ku ew dixwazin kamerayên dema ew werzîşê dikin wan dikişînin bên rakirin û wiha domand:"Bila hucreyên me û yên hevalên me ji hevdu dûr nexin û kesên edlî yan jî ne ji doza me li hucreyên rex me bi cih nekin. Her carê bi ser hucreyên me de digirin û alavên me belawela dikin. Bi taybet dema Haydar Ali Ak wekî mudur tayînî girtîgehê bû binpêkirina mafan bêtir bûn. Em dixwazin daxwazên me bên cih û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe."