Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 49 roj in didome

  • 16:22 28 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Wanê 49 roj in didome. Malbatan di çalakiya îro de bal kişand ser rewşa girtiyan û gotin: "Em di daxwazên xwe de mafdar in û em ê bi ser kevin." 
 
Li Baroya Wanê ji hêla malbatên girtiyan ve çalakiya "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin. Malbatan xwestin bi çalakiya xwe bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin. Çalakiya malbatan 49 roj in didome. Îro Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Tuşbaya Wanê serdana nobetê kirin. 
 
Hevseroka HDP'a Tuşbayê Hanim Akkuş di serdanê de axivî û got: "Îqtîdara AKP-MHP'ê ji bo xwe êrişê li kurdan dike. Li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ev tecrîd niha li hemû girtîgehan heye. Li girtîgehan zarokên me bi îşkenceyê re rûbirû dimînin."
 
Hanim, bal kişand ser çalakiya malbatan û wiha axivî: "Çalakiya dayikan girîng e û bi nirx e. Em ê bi ser kevin ji ber ku em mafdar in û bi hêz in."