'Nobeta Edaletê' ya Amedê: Deng bidin dengê me

  • 15:45 28 Çile 2022
  • Rojane
AMED - 74 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê didome. Malbatên girtiyan banga hestiyariyê kirin û gotin li hemberî rewşa girtiyan bêdeng nemînin.
 
Li Baroya Amedê 74 roj in malbatên girtiyan ji bo rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin "Nobeta Edaletê" digirin. Malbatan îro carek din daxwazên xwe dubare kirin û banga hestiyariyê kirin. 
 
Încî Guler a ku tevlî çalakiyê bû wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê em rewşa zarokên xwe her tim di rojevê de bihêlin. Mixabin îro zarokên me bi mirinê re rûbirû ne. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Ez bang li her kesî dikim ku bila bi girtiyan re di nav piştevaniyê de bin. Bi sedan grtî niha di nav şert û mercên ne baş ên girtîgehê de têkoşîna jiyanê didin meşandin. Ez bang li sazî û dezgehên dewletê dikim; hûn ne ker û ne jî kor in. Hen me dibhisin û dimînin jî. Guh bidin dengê me."
 
Hakki Boltan jî tevlî çalakiya "Nobeta Edaletê" bûye wiha axivî: "Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş serbest bên berdan. Girtiyên ku rewşa wan giran hene û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Em bang li hemû sazî û dezgehên sivîl dikin ku bila bêdeng nebin û guh bidin dengê me. Edalet ne tenê ji bo zarokên me ji bo hemû mirovatiyê hewce dike. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke bêedaletî ye. Em ê zarokên xwe li girtîgehê derxin û edaletê pêk bînin."