Malbata Gulîstan Doku: Gulîstan li ku ye?
- 14:11 28 Çile 2022
- Rojane
DÊRSIM - Malbata Gulîstan doku 28 roje e li ber Edliyeya Dêrsimê dibêje, "Gulîstan Doku li ku ye?"
Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'î de agahî jê nayê girtin, malbata wê 28 roj e ji bo dîtina Gulîstanê li ber Edliyeya Dêrsimê di Nobeta Edaletê de ye.
Dayika Gulîstanê Bedriye Doku diyar kir ku 2 sale agahiyê ji keça xwe nagirin û got, "Hû çima Gulîstanê nabînin? Li bajarekî ku çar hêlên wî bi kamerayan dorpêçkirî ye hûn çawa nikarin keça min bibînin."
Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê jî piştgirî dan malbatê.