Dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin

  • 12:38 28 Çile 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di 26’ê çilê de li navçeya Qosera Mêrdînê, polîsan bi ser malan de girtin û 3 jê jin 9 kes binçav kiribûn. Hat diyar kirin ku dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de di 26’ê çilê de, polisan li navçeya Qosera Mêrdînê bi ser malan de girtin. Di encama lêgerînê de 3 jê jin 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Navê kesên ku hate binçav kirin wiha ne: "Selma Işik, Halîme Tutmaz, Sevînç Bozkurt, Hamît Kurgu, Umît Damar, Erdal Çam, Abîdîn Kartal û endamê Meclisa Şaredariyê Bedîrhan Şeran." 
 
Hat diyar kirin ku dema binçavkirina 9 kesan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.