Li Şehbayê panela MSD'ê ya ji bo rizgarkirina Efrînê hat lidarxistin

  • 09:07 28 Çile 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclîsa Suriyeya Demokratîk a herêma Efrînê bi boneya salvegera êrîşên dewlet tirk ên li ser Efrînê, di bin navê "Stratîjiya rizgarkirina Efrînê ya bi nêrîna Jinê" panel li hola Mîtan a Şehbayê li dar xist.
 
Meclîsa Suriyeya Demokratîk a herêma Efrînê bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, di bin navê " Stratîjiya rizgarkirina Efrînê ya bi nêrîna Jinê", li hola Mîtan a Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê panelek li dar xist. Di panelê de hemû endamên MSD, Kongreya Star, endamên PYD'ê û saziyên siyasetmedar beşdar bûn. Hol bi wêneyên cihên dîrokî yên Efrînê hatibû xemilandin. Piştî ku panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre sînevizyon derbarê hin kêliyên koçberên Efrînê de hat pêşkêşkirin. Panel ji aliyê Rêveberiya Ofîsa Jinê ya MSD'ê Zêneb Qenber ve hat birêvebirin. 
 
Di panelê de belge hatin xwendin piştre nirxandin hatin kirin. Xalên hatine destgirtin ev in: Rastiya jinê ya di dîrokê de, bandora rastiya jinê ya di bin sîstema BAAS'ê de, rola jinê ya di şoreşa Rojava de, sedemên hedefgirtina jinan û dagirkirina Efrînê, rastiya jinê ya di dema Berxwedana Serdemê de û rastiya jinê ya di Wargehan de û tekoşîna wan. 
 
Her wiha beşdarvanan derbarê pirsgirêkên civakî de bi hev re nîqaş kirin û hewl dan ku bi hev re çareserîyê ji bo pirsgirêkan bibînin. Her wiha di panelê de derbarê berxwedan û tekoşîna jinan a li hemberî dewleta tirk a dagirker de axaftin hat kirin. Her wiha jinên beşdarvan bal kişandin ser, rêxistin û berdewamiya rêxistina jinan a li Şehbayê. Divê jin û gelê Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê çawa tev bigerin hat nîqaşkirin.
 
'Di şoreşa Rojava de jinê dengê xwe bilind kir'
 
Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen derbarê panelê de axivî  û wiha got: "Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Efrînê, îro li vê derê MSD'ê panelek li dar xistiye. Mijarên ku di mihwarê de hatine destgirtin rastî jî heqîqeta dîrok û tekoşîna jinê li hember dagirkeriyê pênase dike. Zêdetir rewşa jinan di şoreşa Rojava de çawa bû û heya vê rojê çawa ye hat nîqaşkirin. Her tim di dîrokê de sîstema ku hatiye avakirin yekalî bû, her tim di aliyê mêr de civak hat birêvebirin û jin kole bûn. Belkî carinan jin jî tevlî şoreşê dibûn, lê piştî ku ew şoreş bi ser de ket ji jinê re digotin êdî tu vegere karê xwe ya malê. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ya di şoreşa Rojava de rola jinê ya rast di şoreşê de hat diyarkirin. Jinê êdî rastiya xwe nas kir û derket qadan dengê xwe bilind kir. Ji ber rêxistin û rola jinê ya di Efrînê de, bajarê Efrînê bi bajarê jinê hat naskirin."
 
'Xwestin di şexsê jinê de gelê kurd biçewisîne'
 
Şêrînê wiha berdewam kir: "Di hundir bajarê Efrînê de hemû netew bi hev re bi rihê wekheviya gelan, di bin sîwana Piroja Rêveberiya Xweser de dijiyan. Dema ku Netewa Demokratîk hat avakirin ev yek bi xweşiya dewletan nehat, bi taybet dewleta tirk a dagirker, ji ber vê yekê jî êrîşî Efrînê kir xwest ku bi vê yekê pirojeya Netewa Demokratîk têk bibe. Armanca dewleta tirk a dagirker a duyem jî ew bû ku jinê hedef bigire û di şexsê jinê de gelê kurd biçewisîne. Lê jin êdî serî ji dagirkeriyê re natewînin. Em ê bi pêşengtiya jinan Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin."
 
'Em ê Efrînê bi hêz û vîna jinê rizgar bikin'
 
Endama PYD'ê ya herêma Efrînê Fatma Heşêm derbarê heman mijarê de axivî û wiha anî ziman: "Îro di vê panelê de rewşa jinê ya beriya hezar salan û heya vê rojê bi çi awayî ye tê nîqaşkirin. Her wiha ji bo vegera Efrînê nîqaş di navbera dîwan û beşdarvanan de tên kirin. Di dîrokê de çiqas şoreş rabûn jinan tê de cihê xwe digirtin, lê her tim mêrê desthilatdar keda jinê xwarin. Lê şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê hat meşandin heya roja me dewam dike, jinê xwe tê de îspat kir. Ji ber vê yekê jî dijimin her tim jinê hedef digire û dixwazin zihniyeta baviksalarî mayînde bikin. Lê em jî weke jin piştî ku me xwe îspat kir tu dewlet nikare me têk bibe. Ji ber vê yekê jî em ê Efrînê bi hêz û vîna jinê rizgar bikin."
 
Panel bi axaftin û nîqaşan bi dawî bû.