'Nobeta Edaletê' ya li Wanê di roja 48'an de ye

  • 16:25 27 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ku ev 48 roj in didome de axivîn diyar kirin ku ew ji bo hemû girtiyan edaletê dixwazin. 
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 48'an de didome. Çalakiya îro dayika Îrfan Sabay ê li Girtîgeha Tipa F a Wanê tê girtin Behice Sabay û hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha F a Wanê tê girtin Dilşah Alkan domandin. KESK û hevparên Platforma Wanê çûn serdana nobetê. 
 
Hulya Atli ya li ser navê platformê axivî wiha got:"Ev çalakiya tê kirin pîroz e. Em her dem li gel dayikan e." Behice Sabay jî da zanîn li dijî binpêkirina mafan bi daxwaza edaletê li berxwe didin û got ew dixwazin hemû girtî serbest bên berdan.