Li Amedê 'Nobeta Edaletê' 73 roj in didome

  • 16:24 27 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Amedê 73 roj in didome. Dayika Hogir Batu Zahîde, serdana çalakiyê kir û got: "Ez ji bo pêkanîna edaletê hatim."
 
Malbatên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin li Baroya Amedê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatan 73 roj in didome. 
 
Girtiyê bi navê Hogir Batu dema sirgunê Girtîgeha Idirê hat kirin bi lêgerîna tazî re rûbirû ma, ji ber vê jî dest bi çalakiya birçibûnê kir. Dayika wî Zahîde Batu îro serdana malbatan kir û bal kişand ser rewşa kurê xwe. 
 
Her wiha parêzerên Baroya Amedê û parezêrên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê serdana malbatan kirin. 
 
Dayika Hogir Zahîde, di serdanê de wiha axivî: "Ez ji bo pêkanîna edaletê hatim. Ez ji bo kurê xwe hatim. 50 sal ceza li kurê min birîn. Ez vê tiştî qebûl nakim. Tiştên ku ez kurê xwe re dişînim nadin wî. Ez di her şert û mercan de li cem kurê xwe me." 
 
Hazal Yildirim a ku tevlî çalakiya "Nobeta Edaletê" dibe got: "Em ji bo girtiyên xwe li vir in. Em ji bo aştiyê li vir in."