Malbata Gulistanê: Divê gumanbar Zaînal bê darizandin

  • 15:41 27 Çile 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Çalakiya Malbata Gulistan Doku ya li ber Edliya Dêrsimê 27 roj in didome. Malbata Gulistanê daxwaza darizandina gumanbar Zaînal Abarakov kir. 
 
Ji Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê ji 5 Çileyê 2020’an ve tu agahî nayên wergirtin. Malbata Gulîstanê bi daxwaza, ji bo ku aqûbeta keça wan bê zelalkirin, ev 27 roj in li pêşiya Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. 
 
Malbata Gulîstanê îro jî tevî sermayê li pêşiya edliyê çalakiya xwe pêk anî. Malbata ku bi wêneyên Gulistanê li ber edliyê rawestiyan pirsa "Gulistan li ku ye?" kir.
 
Dayika Gulistanê Bedriye, da zanîn ku Zaînal Abarakov gumanbar e, aqûbeta Gulistanê dizane lê nayê darizandin û got: "Ez dixwazim gumanbar Zaînal bê darizandin."
 
Platforma Jinan a Dêrsimê hat ber avahiya Edliya Dêrsimê û piştgirî da çalakiya malbatê.