Li Bodrumê ji bo Aysel Tugluk qert hatin şandin

  • 15:24 27 Çile 2022
  • Rojane
MUGLA - Pêkhateya Jinên Bodrumê ji bo piştevaniya bi Aysel Tugluk re qert şandin. Jinan bang kirin ku biryara li gor hiqûqê bê dayin. 
 
Pêkhateya Jinên Bodrumê ya li Navçeya Bodrumê ya Muglayê ya rêxistinên jinan ên cuda di nav de cih digirin ji bo piştgiriya bi Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin qert şandin. Jinên qert bi Şaxa PTT'ê ya Bodrumê şandin li vir daxuyanî dan. Ji Însiyatîfa Yurttaş Zeynep Akinci daxuyanî xwend. 
 
'Divê biryara bê girtin adil û însanî be'
 
Zeynebê da zanîn ku saziyên tendirustiyê tînin ziman Ayselê nikare di girtîgehê de bimîne lê belê ATK a Stenbolê dibêje dikare tê de bimîne û wiha got:"Lê belê ji ber şerdên dijwar ên girtîgehê Ayselê di girtîgehê de nikare baş bibe. Divê biryara bê girtin adil û însanî be. Em çalakiyên xwe yên li bajarên cuda jî didomînin. Divê biryar li gor hiqûqê bê dayin."
 
Zeynebê herî dawî diyar kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe bernedin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.