Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin

  • 14:21 27 Çile 2022
  • Rojane
RIHA -Tevî endama Meclîsa Şaredariyê Leyla Akça a di 2016'an de li Rihayê hat girtin 3 kes hatin tehliyekirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû destpêkirin de di 13'ê Mijdara 2016'an de bi sûcên "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" Endama Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya HDP'ê Leyla Akça Hevarokê Şaredariya Xelfetiyê Mustafa Bayram, Rêveberê HDP'ê ya Rihayê Mehmet Binici Rêveberê berê yê DBP'ê Avni Gurbuz hatibûn girtin di rûniştina li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatin tehliyekirin. 
 
Kesên di Girtîgeha Curnê Reş tên girtin dê piştî karên tehliyeyê derkevin.