'Divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin'

  • 09:02 27 Çile 2022
  • Rojane
 
Vejîn Xan
 
KOBANÊ - Endama Meclîsa Gel a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê Litfiya Mehmûd behsa zindîbûna tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya ji nû ve ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got:" Bang û daxwaza me ew e divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin. Her wiha wê êrişa li dijî çeteyan bidome û weke ku êrîşa DAIŞ'ê têk çû, wê planên din jî vala derkevin."
 
Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ev şervan neçar man ku bi hezaran çeteyên ji welatên cuda tevî jin û zarokan jî di kamp û girtîgehên xwe de bigirin. Li ser vê bingehê şaneyên razayî yên DAIŞ'ê bi her gef ango êrîşeke dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tevgera xwe zêdetir dike. Li ser vê bingehê ji her çend rojan bûyerek diqewime û şêniyên herêmê tên qetilkirin. Her wiha di 20'ê Çileyê de, di encama lihevkirineke di navbera Rêjîma BAAS'ê, dewleta tirk, PDK û Rûsiyayê de şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke mezintir li dijî girtîgeha li taxa Xiwêran a Hesekê ye û çeteyên DAIŞ'ê tê de ne, kirin. Hêzên QSD'ê dor li çeteyan teng kir û gelek çete jî bi çekên xwe teslîm bûn. Herî dawî 23 kesên ji aliyê çeteyan ve dîl hatibûn girtin jî ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Endama Meclîsa Gel a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê Litfiya Mehmûd têkildarî zindîbûna tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya ji nû ve ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin ji ajansa me re kir. 
 
'Me xeteriya DAIŞ'ê têk bir'
 
Litfiyayê di destpêkê de têkçûna DAIŞ'ê bi bîr xist û got: "Di 2014'an de êrîşeke dijwar ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li ser Rojavayê Kurdistanê ve hat. Rast e em dibêjin ku ew çete ji aliyê dewleta tirk ve hatin birêxistinkirin, lê belê ev pilan û êrîşa li ser gelê kurd ji aliyê tevahî hêzên hegemon ve jî hat amedekirin. Ew êrîş li ser bingeha qirkirina kurdan bû. Lewra dema çete digihîştin ku derê komkujî dikirin û herêm wêran dikirin. Lê ev pilan bi saya şervanên YPJ, YPG, QSD'ê û bi hezaran kesên welatparêz têk çû. Ji bo parastina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê ji her çar perçeyên Kurdistanê şervanan xwîna xwe rijandin. Me xeteriya DAIŞ'ê têk bir. Vê berxwedanê di tevahiya cîhanê de deng veda. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de hêz û vîna gelê kurd hat naskirin. Di Kobanê de gava destpêkê ya tunekirina DAIŞ'ê dest pê kir û pişt re Mibinc, Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi temamî hatin rizgarkirin. Bi vî rengî jî dawî li pergala çeteyan a terorê hat."
 
'Divê bi dadgeha navneteweyî çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin'
 
Litfiyayê di domandina axaftina xwe de helwesta xwe ya li dijî mayîna çeteyan a di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan da û got: "Îro piştî 7 salan em dibînin dewleta tirk hewil dide ku çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî bike. Lê me weke gelê herêmê tu ziyan negihandiye dewleta tirk, berovajî vê ev çend sal in ku em 5 hezar çeteyên girtî ku em di komkujiyan re derbas kirin, li cem xwe xwedî dikin. Di vê bûyerê de ji tevahî cîhanê re teqez bû ku dewleta tirk ji nû ve van komên terorîst û çeteyan li derdora xwe kom dike. Ji ber vê divê her dewletek çeteyên xwe bibe û dadgeha wan çêbike. Bang û daxwaza me ew e divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin."
 
'Weke ku êrîşa DAIŞ'ê têk çû, wê planên din jî vala derkevin'
 
Endama Meclîsa Gel a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê Litfiya Mehmûd bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di zanebûna van pilanênên ku li ser me tên meşandin de ne. Lewra em dikarin bêjin paşperdeya van êrîşên dewleta tirk ên bê navber heye. Em dibînin dewleta tirk li eniyên Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û hwd. şer û pevçûnê dijwartir dike. Her wiha balafirên bê mirov bê navber herêman bombebaran dikin. Bi taybet jî di dema bûyera girtîgeha Sînayê ya çeteyên DAIŞ'ê de, careke din balafirên dewleta tirk ên bê mirov hêz û gelê me bombebaran kirin. Li ser vê bingehê, bêdengiya navneteweyî em wekî nixumandina sûcên dewleta tirk û hevkariya bi wan re dinirxînin. Lê êrişên bi vî rengî tu carî nikare me rawestîne. Em ê xwedî li şehîdên xwe ku bi berxwedana wan DAIŞ têk çû, derkevin. Weke ku êrîşa DAIŞ'ê têk çû, wê planên din jî vala derkevin."