Malbatên di 'Nobeta Edaletê' de banga hestiyariyê kirin

  • 16:42 26 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Girtiyan ku li Amedê di 'Nobeta Edaletê' de ne  banga hestiyariyê li raya giştî kirin. 
 
'Nobeta Edaletê' ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û gitiyên înfaza wan hatiye betalkirin li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja 72'yan de berdewam dike. Ji xizma gitiyan Hasîne Guler diyar kir ku hevjînê wê Sidik Guler bi hinceta dermankirinê careke din kirin karantînayê û got, " Êdî bes e bila girtiyên nexweş bên berdan." 
 
Încî Guler jî got bila  girtî bên berdan û got, "Her ku me li vir dest bi nobetê kiriye zilma li ser xizmên me zêdetir bûye Em bang li her kesî dikin ku dawî li vê zilmê bînin û çareseriyekê bibînin, Her ku zarokên me dimirin em jî bi wan re dimirin .Em naxwazin zarokên me bimirin."