'Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye'

  • 16:20 26 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Têkildarî hatina gelhev a 8 partiyên çepgîr û sosyalîstan, DÎB’ê daxuyaniyek da û got: "Pêdivî bi Tifaqeke Demokrasiyê heye."
 
Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî hatina gelhev a 8 partiyên çepgir û sosyalîst a bi banga Partiya Demokratîk a Gel (HDP) daxuyanî da. 
 
DÎB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hatina gelhev a 8 partiyan a bi banga HDP’ê hêviyê dide û destnîşan kir ku vebijêrkên heyî li dijî qeyrana mezin nabin çareserî û hêviyê nadin. DÎB’ê da zanîn ku pêdivî bi Tifaqeke Demokrasiyê ya ji daxwazên guhertin û veguhertinê yên gel re bibe bersiv heye û wiha got: “Ji felaketê ne pekane ku bi dawî kirina pergala yek zilamî û qesrê, xelas bibin.”