Meclîsa Jinan a Sûriyeyê:Bila ji bo çeteyan dadgehên navneteweyî bên avakirin

  • 15:26 26 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li Hesekê Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bang li dewletên navneteweyî kir ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin dadgehên navneteweyî bên avakirin. 
 
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Nûnerên tevgerên jinan ên serbixwe û endamên partiyan tev li çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de meclisê daxuyaniyek da. Berdevka meclisê Lîna Berakat daxuyanî xwend.
 
Meclîsa Jinan di daxuyaniya xwe de got: “Çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê bombeyên demkî ne û kengî derfet bibînin, êriş dikin. Vê yekê li girtîgeha Xiwêran a Hesekê rû da. Li gel hebûna zêdetirî 10 çeteyan di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne dûr bû ku tiştekî wiha pêk were.”
 
Meclîsê bi bîr xist ku ruxmî bangewaziyên HSD, Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl, lê civata navneteweyî rewşa van çeteyan paşguh kir û destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê maska li ser rûyê gelek aliyan rakir ku li dijî herêmê ne.
 
Meclîsê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê gelekî xeternak in, bi taybet li ser jinan ku dema DAIŞ li herêmê serwer bû, gelek êş û azar kişandin.
 
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bi rêya daxuyaniya xwe ev bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir:
 
“Ji bêdengiya xwe derkevin, bi rola xwe rabin, rêgez û pîvanên xwe yên mirovî, hiqûqî û exlaqî bînin cih. Bêdengiya we delîla tevlêbûna we di vê êrişê de ye.
 
Divê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û xêrxwaziyê sûcên li dijî maf û qanûnên navneteweyî tên kirin belge bikin, hesabê ji sûcdaran bixwazin, dadgehên navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darizînin.
 
Divê sekreterê giştî yê NY'yê, Meclisa Ewlehiyê, civata navneteweyî hesab ji dewleta tirk bixwazin û wê neçar bikin ku hêzên xwe yên êrişkar ji Sûriyeyê vekişîne, êrişên xwe yên domdar rawestîne. Êdî eşkere bûye ku dewleta tirk destekê dide DAIŞ'ê û wan li ser axa xwe perwerde dike. Divê aliyên Sûriyeyê dest bi diyalogê bikin, bi taybet piştî bûyerên dawîn û rewşên aborî û mirovî yên dijwar. Yekîtiya Sûriyeyê biparêzin da ku pêşerojeke demokratîk ji hemû welatiyan re dabîn bibe.”