ÎHD: Li Marmarayê mafê 3 hezar û 118 girtiyan hat binpêkirin

  • 15:08 26 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Derbarê 20 girtîgehên li Herêma Marmarayê de ÎHD'ê raporek amade kir û parve kir. Li gorî raporê di nav 3 mehan de li 20 girtîgehan mafê 3 hezar û 118 girtiyan hatiye binpêkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê derbarê 20 girtîgehên li Herêma Marmamarayê de raporek binpêkirina mafan a sê mehan amade kir. Rapor aydî mehên cotmeh, mijdar û kanûna 2021’an e û ji 65 rûpelan pêk tê. Komîsyonê raporê li avahiya ÎHD’ê eşkere kir. Binpêkirinên qewimîne bi rêya faks, name, malbat û parêzerên girtiyan hatine ragihandin, bi rêya telefonê an jî rasterast çûne komeleyê serlêdan kirine hatine berhevkirin û tespîtkirin. 
 
20 girtîgeh...
 
Rapor ji binpêkirinên li girtîgehên Îmraliyê, Sîlîvrî, Tekîrdag Jimarên 1 û 2’yan, Edîrne Tîpa F, Kandira Tîpa F, Bakirkoy a Jinan, Bandirmaya Balikesîrê Jimara 1’an a Tîpa T, Maltepe Jimara 2’yan a Tîpa L, Gebze Tîpa M, Şakran a Jinan, Wan Tîpa F, Metrîs Tîpa T, Bolû Tîpa F, Kayserî ya Jinan, Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F, Kocalieyê Jimara 1’an a Tîpa T, Riha Jimara 2’yan a Tîpa T, Şakran a Nû Jimara Tîpa T, Umraniye Tîpa E û Seydîşehîra Konyayê pêk tê. 
 
Di raporê de binpêkirinên wek îşkence, muameleya xerab, astengkirina mafê tenduristiyê, ragihandinê, xwarinê, avê, lixwenêrîn, rêgeza înfaza wekheviyê cih digirin. Binpêkirinan bi şiklê tabloyan cih girt û li ser navê Komîsyonê, parêzer Jiyan Tosûn, Ummuhan Kaya û Davut Arslan raporê xwendin. 
 
'2 hezar û 540 binpêkirina mafan'
  
Di raporê de hat gotin herî zêde serlêdanên binpêkirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê û Girtîgeha Tekîrdagê cih digirin û herî zêde jî di meha mijdarê de serlêdan hatiye kirin. Di raporê de wiha hat gotin: "Bi giştî 89 serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan 76 jê aydî girtiyên siyasî ne û gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Di meha cotmehê de 32 serlêdan hatine kirin û hezar û 100 binpêkirin, di meha mijdarê de 33 serlêdan hatine kirin û hezar û 368 binpêkirin, di meha kanûnê de 24 serlêdan hatine kirin û 750 binpêkirinan cih girtiye. Bi giştî 2 hezar û 540 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha binpêkirinên bi riya çapemeniyê jî 278 binpêkirin hatine tespîtkirin. Bi rêya serlêdan û çapemeniyê bi giştî 3 hezar û 118 binpêkirin tespît kirine. Ji van binpêkirinan 8 jê jî binpêkirina jiyanê ye." 
 
'85 kes bi darê zorê hatin sewqkirin'
 
Li gorî raporê herî zêde binpêkirina îşkence, lêdan û muameleya xerab, lêferzkirina nasnameya “terorê”, cezayên lêpirsînê û şermezarkirina bi sedemên kêfî û sewqên bi darê zorê cih qewimîne û wiha hat bi lêv kirin: "Li gorî vê yekê herî kêm 85 kes bi darê zorê ji girtîgehan hatin sewqî girtîgehên din hatin kirin. Her wiha îşkence li 50 kesan hatiye sepandin û derbarê 126 kesan de cezayê şermezarkirinê an jî lêpirsîn hat destpêkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tercrîda li girtîgehan girantir bûye û girtî bi zextên giran re rûbirû ne.