2 jinên beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê bûn hatin binçavkirin

  • 13:32 26 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL-2 jinên endamên Tora Parastinê ya Jinê bi idiaya beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê bûne û "heqaret li serokomar kirine" hatin binçavkirin.
 
Serê sibehê polîsan bi ser mala 2 jinên endamên Tora Parastinê ya Jinê de girtin û ew kirin bin çavan. Piştî kontrola tendirustiyê polîsan jinên ku binçav kirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Vatanê. Hat diyarkirin ku bi idiaya beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya li Beyogluyê bûne û "heqaret li serokomar kirine" 2 jinên endamên Tora Parastinê ya Jinê hatine binçavkirin.