Li Wanê 'Nobeta Edaletê' di roja 46'an de didome
- 17:12 25 Çile 2022
- Rojane
WAN - Malbatên beşdarî nobeta edaletê bûn xwestin girtiyên nexweş ben tehliyekirin û daxwazên wan bên cih. Her wiha gotin heta daxwaz bên cih û girtî bên berdan ew ê nobeta xwe bidomînin.
Nobeta Edaletê ya li Baroya Wanê malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan dest pê kiribûn di roja 46'an de didome. Xebatkarên Atalyeya Hunerê ya Aryenê û lîstikvanên Şanoya Mencelê çûn serdana malbatan.
Di dema serdanê de xizmê girtiyan Cevdet Bilekçi diyar kir ku lawê wî Hakan ev 8 sal in girtiye ji ber înfaza wî hatiye betalkirin serbest nehatiye berdan û got bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Dayika Metin Uyar ê girtî Filiz Uyar jî da zanîn ji bo girtî bên berdan ew têkoşîna edaletê dimeşînin û got em dayik edaletê dixwazin bila girtiyên nexweş bên tehliyekirin.