Di Nobeta Edaletê de malbatan bal kişandin ser tecrîd û têkoşînê

  • 15:21 25 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan ên li Parka Koşuyoluyê hatin gel hevdu da zanîn sedema zextên li girtîgehan tecrîd e û banga têkoşînê kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 71’emîn de berdewam dike. Malbatan li Baroya Amedê dest bi nobetê kiribûn û îro çalakiya xwe li Parka Koşuyoluyê pêk anîn. Malbat li ber Peykerê Mafê Mirovan li hev civiyan û daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, nûnerên rêxistinên sivîl jî piştgiriya malbatan kirin û wêneyên girtiyan hatin hildan. 
 
Banga piştgiriyê û bicihanîna zagon û edaletê 
 
Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan û bigihîjin azadiya xwe. Încî da zanîn ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û banga piştgiriyê û bicihanîna zagon û edaletê kir. 
 
'Gavek berî gavekê girtiyan berdin'
 
Herdem Merwanî ya bavê wê girtî ye jî diyar kir ku ji du mehan zêdetir e nobetê digirin û got: “Hem mafê girtiyan ê hiqûqî û hem jî yê gerdûnî heye. Nemaze em bang li Wezareta Dadê dikin, girtiyên me berdin. Her roja ku diçe rewşa wan girantir dibe. Roja cenaze ji girtîgehekê derdikeve ew roj ji bo me şîn e. Divê xwedî li vê çalakiya me were derketin. Gavek berî gavekê girtiyan berdin.” 
 
Herdemê destnîşan kir ku ew bi fikar in û ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û ew mafê jiyanê diparêzin. 
 
'Tecrîd li çar par parçeyên Kurdistanê û Tirkiyê belav bûye'
 
Parlamenter Dersim Dag jî anî ziman ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş û şert û mercên girtîgehan girantir dibe û bi vê yekê re jî zextên li ser girtiyan zêdetir dibin. Dersimê gazî rayedaran kir ku guh bidin daxwazên malbatan. Dersimê destnîşan kir ku ji ber tecrîd heye zextên li ser girtiyan zêde dibin û got: “Tecrîd li çar par parçeyên Kurdistanê û Tirkiyê belav bûye. Divê em tecrîdê ji cihê dest pê kiriye bişikînin. Li girtîgehan tecrîd berbelav bûye. Lê li miqabilî vê berxwedan jî mezin dibe. Ji bo şikandina tecrîdê em ê deng û têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê nobeta malbatên me bi serkeftî encam bibe. Em ê her têkoşîna wan mezin bikin.” 
 
Piştî axaftinan malbatan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Malbatan piştî çalakiya rûniştinê nobeta xwe ya îro qedandin.