Li Silopiyê kesên hatin windakirin hatin bîranîn

  • 15:19 25 Çile 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Serokê HADEP'ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku 21 sal berê li navçeya Silopiya di bin çavan de hatin windakirin bi daxuyaniyeke  hatin bîranîn.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ya navçeya Silopiyaya Şirnexê, Serokê HADEP’ê yê Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz ku di 25’ê çilêya 2001’ê de di binçavan de hatin windakirin, di salvegera windakirina wan ya 21'emîn de bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Malbata Taniş û Denîz, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş, Nuran Îmîr û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li daxuyaniya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de wêne û pankarta "Di 25'ê Çileya 2001'ê de hatin binçavkirin, hîn jî winda ne, em şopdarê rêya we ne" hatin hiligirtin.
 
‘Daxwaziya me edelet e’
 
Bêriya daxuyaniyê bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş axivî û anî ziman ku li gel 21 sal derbas bûn jî hêj kiryar ne diyar in û wiha got: “Ev 21 sal in me hestiyên wan neditine. Me serlêdan li her derê jî kir. Lê mixabin me tu agahî nestandin. Ji bo ku careke din kiryarên Serdar û Ebubekîr bipirsin em her sal îro li vir kom dibin. Divê tu kes li hemberî zilmê xwe bêdeng neke û dengê xwe bilind bike. Em bang li dewletê dikin bila kiriyaran aşkera bike. Ne tenê faîlen Serdar û Ebubekîr,hemû bûyerên kiriyarên wan ne diyar aşkere bikin. Van hemûyan bi awayeke adlane ceza bikin. Daxwaza me edelet e.”
 
Piştre li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê birayê Serdar Taniş û Hevserokê HDP'ê yê Sîlopyayê Yakup Taniş ve hat xwendin. Yakup jî da zanîn ku heta kiryar tên dîtin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Ala wan rakirin e’
 
Herî dawî parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Hasan, jî destnîşan kıir ku niha bi hezaran kes li pey rêça Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz têkoşînê didin û ev tişt got: “Îro bi mîlyonan kurd cihê wan girtiye û ala wan rakirine. Di dema kiryarên ne diyar de bi hezaran gundên me xera kirin. 17 hezar û 500 mirovên me qetil kirin. Lê îro ew kesên ku ew qetlîam kirin weke mişk û maran di qulên xwe de xwe vedişerin. Lê negihiştin armanca xwe û Gelê Kurd niha di parlementoyê de û qadan de têkoşîna azadiyê didE. Bila bizanin ku wê Gelê Kurd tu caran vê rejîmê qebûl neke.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.