Fatma Kurtulan: Divê Ayselê demildest bê tehliyekirin

  • 09:04 25 Çile 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Fatma Kurtulan a HDP’yî der barê rewşa dawî ya Aysel Tugluk de axivî û da zanîn ku nexweşiya wê pêş ketiye û divê demildest bê tehliyekirin.
 
Yek ji kesên girîng a siyaseta kurd, yekem hevseroka di siyaseta kurd û Tirkiyeyê de Aysel Tugluk 5 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê girtiye. Piştî êrîşa nîjadperest a di 13’ê îlona 2017’an de li hember cenazeyê dayika wê pêk hat şûnde Ayselê pirsgirêkên tenduristiyê jiya û teşîsa demans lê hat danîn. Aysel ku şertên girtîgehê bandorek neyînî lê kir, her çiqas Saziya Tipa Edlî ya Kocaeliyê (ATK) rapora ‘nikare girtî bimîne’ bide jî ATK’a Stenbolê rapora ‘dikare girtî bimîne’ da û tehliyekirina wê asteng kirin. Ji bo Ayselê ku rewşa wê her çû giran bû, jinan kampanya dan destpêkirin û xwestin Ayselê azad bê berdan.
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û endama Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, der barê rewşa dawî ya Ayselê de nirxandin kir.
 
‘Nexweşiya Ayselê pêş ketiye’
 
Fatmayê destnîşan kir ku du hefte berê çûye serdana Ayselê û rewşa wê nebaş bûye, di axaftinê de zehmetî kişandiye, pir giran fikiriye û axiviye. Fatmayê ev tişt anî ziman: “Min guherîn bi Ayselê re zelal dît. Heta li ser tabureyê rûnişt, bi cih bû û dest bi axaftinê kir gelek dem derbas bû. Dîsa heta ahîzeya telefonê girt, heta bir ber guhê xwe û heta ji bo axaftinê xwe amade kir gelek zehmetî kişand. Piştre di dawiya axaftinê de jî heman tişt pêk hatin. Heta rabû, ahîze danî gelek zehmetî kişand. Vê jî nîşan dida ku nexweşiya wê çiqas pêş ketiye.”
 
‘Divê demildest bê berdan’
 
Fatmayê di berdewamiyê de bal kişand ser pirsgirêkên cidî yên tenduristiya Ayselê û wiha daxuyand: “Ayselê nikare tenê jiyana xwe bidomîne. Îdareya girtîgehê vê baş dizane. Divê Ayselê demildest bê tehliyekirin û înfaza wê bê taloqkirin. Divê şertên jiyana wê bê guhertin. Divê hem dermankirina wê baş bê kirin hem jî pêşî li pêşketina nexweşiya wê bê girtin. Divê şert û mercên jiyana wê bên başkirin. An jî şûnde veger tune ye. Niha  dikare pêşî li nexweşiya wê bê girtin. Lê ger wisa bidome şûnde veger nabe.”
 
‘Bi saya têkoşîna jinê ji nû ve şandin ATK’ê’
 
Fatmayê destnîşan kir ku jnên cîhanê ji bo Ayselê azadî xwestin û bi vê daxwazê kampanya dane destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Bi saya vê Aysel ji nû ve sewqî ATK’ê hat kirin. Hêviya me ev e ku ne di esasa siyasî de, li ser pirsgirêkên tenduristiyê çareseriyek bê dîtin. Em dipên. Bila ATK tenê der barê tenduristiyê de biryarê bide. Pispor vê baş dizane. Yên dinêrin vê dibêjin. Rapora ATK’a Kocaeliyê heye. Divê di vê çarçoveyê de rapor bê dayîn. Rayagiştî û jinan îmzeyên xwe şandin. Divê înfaza Ayselê bê taloqkirin.”
 
‘Meclîs bêdengiya xwe diparêze’
 
Fatmayê her wiha bal kişand ser qelsiya hewldanên Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û got komîsyon dozên siyasî jinedîtîve tê û divê komisyon demildest mudaxale bike. Fatmayê bêdengiya komîsyonê ya li dijî rewşa Ayselê jî rexne kir.