Xizmên Girtiyan: Divê nobet bê berfirehkirin

  • 09:02 25 Çile 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Xizmên girtîyan destnîşan kirin ku ji bo rewşa tendurîstiya girtiyên xwe bi fikar in û banga xwedîderketina li girtiyan kirin û gotin, " Divê Nobatobeta Edaletê bê berfirehkirin."
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Li girtiyên siyasî şert û mercên tund ên jiyanî tên ferzkirin. Girtî di aliyê tendirustî, tedawîkirin, ewlehî û paqijiyê de pirsgirêkan dijîn û ruxmê nerazîbûnan jî ev pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2020'î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di sala dawî de 64 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û girtiyên rewşa wan giran dibe nayên dermankirin û terkî mirinê tên kirin.  Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan. Di 21’ê Çilêyê de jî Ramazan Tûran ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya Bilind ku di hucreya yek kesî de dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Ramazan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Xizmên girtiyan ên ku banga hestitariyê dikin, dixwazin ku girtîyên wan demildest serbest werin berdan.  
 
‘Li ser me hertim zexta dewletê hebû’
 
Girtiyê sîyasî Abdurezzak Şîmşek ê di sala 1994’an de hatiye girtin di pêvajoya girtina xwe de gelek caran hatiye sirgûnkirin. Her wiha Abdurezzak yek ji girtiyê nexweş e ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa F tê girtin e. Hevjina Abdurezzak, Harbiye Şîmşek derbarê rewşa girtiyan de axivî û got ku zilma dewlet a li ser girtiyan wê heta ku dere berdewam bike. Harbîye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava hevjînê min hate girtin du zarokên min ên biçûk hembûn û ez ducanî bûm. Zarokên min nikarîn bavê xwe bibînin. Hevjînê min ev 27 sal in girtî ye, jiyana wî li girtîgehê derbas bû. Ewilî li Konyayê girtî bû. Piştî ku gelek caran sirgûnî bajarên dûr hat kirin herî dawî ew anîn girtîgeha Amedê. Me pir zehmetî kişand. Li ser me hetim zexta dewletê. Gava em diçûn hevdîtinê zextan wan des tpê dikin û heta ku em ji wir derdikevin berdewam dikin.”
 
‘Ji rewşa tendurîstiya wî bi fikar im’
 
Harbiye daxuyand ku Abdurezzak yek ji girtiyên nexweş e û ji bo tendûristiya wî bi fikar e. Harbiye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyên wî yên kronik hene. Gurçikek wî tune ye. Astim û bronşîta wî jî heye. Wî tim dibirin nexweşxaneyê lê niha di kîjan rewşê de ye nizanim. Em dibînnin ku rewşa girtîyan her diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Bi hinceta pandemiyê jixwe ev demek dirêj e me hevdîtina vekirî ninkarin bikin. Herî dawî hefteyek berê ez û keça xwe û lawikê wê yê 2 salî em çûn. Zarokê biçûk wek kesek hesab kirin û min nexistin hundir ku ez hevjînê xwe bibinim. Ez li derve mam û keça min û zaroka wê ya biçûk xistin hundir.  Zarokek 2 salî çawa wekî kesekî gihîştî tê hesabkirin.  Ev ne heq û hiqûq e.” 
 
‘Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin’
 
Harbiye di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nobetên edaletê ku ji bo girtiyên nexweş hatine destpêkirin û destnîşan kir ku divê ew nobet li gelek bajaran belav bibin. Harbîye, di berdewamiyê de wiha got: “Li gelek cihan ji ber binpêkirina mafan nobetên edaletê hene. Ji bo girtiyan jî hene. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila girtî bên tehlîyekirin, şert û mercên girtîgehan bên sererastkirin û girtiyên nexweş bên dermankirin. Di nav mehekê de 7 cinaze ji girtîgehan derketin. Em dişopînin û naxwazin bûyerên wiha pêk werin. Tişta ku tê kirin zilm e. Bes êdî ji vê zilmê re. Em doza edaletê û wekhêviyê dikin. Edalet ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelan edalet pêdiviyek bingehîn e. Malbatên gitiyan guneh in çima ev zilm li wan tê kirin.” 
 
‘Zext û îşkenceya li ser wan her diçe giran dibe’
 
Felemez Kapçak jî di sala 1994 an de li bajarê Îzmîrê hatiye girtin. Felemez li wir çend salan girtî maye û dûvre singûnê Bûrsayê hatiye kirin. Ji wê derê jî şandine bajarê Bolûyê û li girtîgeha Tîpa F yê  girtî ye. Dotmama Felemez, Hamdîye Kapçak anî ziman ku ew nêzîkatiya li hemberê girtiyan qebûl nakin û got: “Zext û îşkenceya li ser wan her diçe tê girtankirin. Bi çavên mirovan li wan nanêrin. Di bin zext û zilma dewleta tirk de li ber xwe didin. Em vê  nêzikatiya dewletê qebûl nakin û dê li hemberê vê yekê denge xwe bilind bikin. Em doza aştî û doza mafê hebûna xwe dikin. Girtiyên me ji zilma dewleta tirk re serî rakirine û divê em jî ligel girtiyên xwe bin.”
 
'Hiqûq, edalet û mirovahî di bin piyan de ye’
 
Hamdîye diyar kir ku tecrîd herî zêde xwe di girtîgehan de nîşan dide û destnîşan kir ku divê xwedî li girtiyên siyasî were derketin. Hamdiye, wiha axivî: “Tecrîd ji Îmraliyê hat destpêkirin û niha li gelek girtîgehan belav bûye. Girtiyên siyasî di bin zilm û tecrîdek giran de ne. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û wan nabin nexweşxaneyan. Bi serdegitina qawîşan û di hucreyên yek kesî de hiştinê zilm li wan tê kirin. Ji bo girtiyan Nobeta Edaletê hatiye destpêkirin û divê ev nobet bê berfirehkirin. Li Tirkiyê hiqûq, edalet û mirovahî di bin piyan de ye. Tenê li gorî berjewendiyan tevgerîn heye.  Ne edalet ne hiqûq, ne demokrasi û ne jî mafên mirovan heye. Gava em diçin hevdîtinê li ber derî zilma wan destpê dike û heta ku em vedigerin berdewam dike. Ew zarokên me ne û em nikarin wan tenê bihêlin. Ne tenê malbatên girtiyan divê hemû kes rabin ser piyan û ji vê zilmê re bibêjin na. Divê em li dijî vê bindsestî, zilm û zordestiyê li qadan bin. Em li girtiyên xwe xwe xwedî derkevin.”