Ji bo nobeta edaletê name hat şandin: Sekna we wê azadiyê bîne

  • 14:55 24 Çile 2022
  • Rojane
AMED / WAN - Ji girtîgeha Bakirkoyê ya jinan ji bo Nobeta Edaletê name hat şandin. Di roja 70’emîn ya nobeta ku li Amedê didomîne nameya girtiyan hate xwendin. Jinên girtî nobet slav kirin û gotin sekna we wê azadiyê bîne.
 
“Nobeta Edaletê” ya li Baroya Amedê û Wanê ku ji bo girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan, hatibû destpêkirin li Amedê di roja xwe ya 70’emîn de û li Wanê jî di roja 45'emîn de berdewam dike. Her roj jî ji aliyê STK û siyasetmedaran ve serdan tê kirin û peyama piştgiriyê ji bo çalakvanan tê parvekirin. Îro jî ESP’ê  û Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet serdana nobeta Edaletê ya li Amedê kirin.
 
Girtiyên siyasî yên jin ji bo “Nobeta Edaletê” name ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê şandin. Nameya bi navê Şîvekar Adaş hatiye şandin ji aliyê Hakkî Boltan ve hate xwendin.
 
‘Ev polîtîkayên rizandinê ne’
 
Şîvekar bi slavkirina nobeta edaletê û berxwedana nobedaran re dest bi axaftinê kir û wiha got: "Weke hûn jî pê dizanin li ser hemû girtîgehan tecrîdek girankirî tê meşandin. Em di nava şert û mercên giran de tên hêlan. Ev polîtîkayên ku li ser girtîyan tên meşandin polîtîkayên li derveyî hiqûqê û derveyî mirovahiyê ne. Di demek nêz de jî rêhevala me Garîbe Gezera li Girtîgeha Kandirayê dihat girtin jiyana xwe ji dest da. Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku rêhevalên me yên nexweş in bêhtir van tengasiyan dijîn. Ev jî polîtîkayên rizandinê ne û polîtîkayên girtiyan terkî mirinê dike ye."
 
‘Em sekna we slav dikin’
 
Şîvekar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî û bi bawer in ku wê piştgiriyên ji bo çalakiya wê zêde bibin. Em weke jinên siyasî yên li girtîgeha Bakirkoyê 42 girtî we ji dil û can û bi rêzdarî slav dikin. Sekna we her tim vîna azad bi me re pêş dixe. Em ji zehmetî û keda we re spas dikin. Sekna we ji me re gelek pîroz e û ji me re dibe hêz. Em jî soz didin ku em ê layiqê têkoşîna we bin. We her tim li dijî bê mafiyan serhildan fêrî me kir. Ev çalakî jî wê ji me û herkesî re xwedî nirxekî fêrker be. Ez we hemûyan yek bi yek bi rêzdarî slav dikim. Em baş dizanin ku wê sekna we azadiyê bîne."
 
‘Em ê têkildarî girtiyan xebatê bidin meşandin’
 
Alîkara hevserokatiya ESP’ê ya giştî Beycan Taşkiran têkildarî girtiyên siyasî û Nobetên Edaletê axivî û wiha got: "Me ji serî de nobeta we û çalakiyên we şopand. Nobeta we û çûyîna we ya Enqereyê çalakiyên bandorker bûn û em çalakiyên we ji dil pîroz dikin. Em weke rêhevalên wan em ê şopdarê doza wan bin. Baş e ku hûn hene, hertim hûn ji me re dibin hêz. Em dixwazin ji vir jî diyar bikin ku pêwîst e ji bo piştgiriyê em bêhtir xebatê bidin meşandin. Em jî weke partî em ê li bajarên Kurdistanê xebatên têkildarî girtiyan bidin meşandin. Me beriya niha li Stenbolê pêk anî bû."
 
Wan
 
Li Baroya Wanê jî "Nobeta Edaletê" ya hatiye destpêkirin di roja 45'emîn de berdewam dike. Îro di nobetê de li ser navê çalakvanan dayika Rojhat Aydin ê nexweş ku li Girîtîgeha Tîpa T ya Tokatê dimîne Hame Aydin axivî  û got, "Em wekî malbatên girtiyan edaletê dixwazin û dixwazin ku girtiyên nexweş bên tahliyekirin û dermankirina wan bê kirin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze bên derxistin.