Berî doza Deniz Poyraz daxwaza 'Bila hemû bersûc bên darizandin' hat kirin

  • 11:09 24 Çile 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Berî 2'yemîn rûniştina doza Onur Gencer ê bi êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Deniz Poyraz qetil kir jê tê darizandin daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de peyama dema têkoşîna edaletê ji bo her kesî bê dayin bi wate dibe hat dayin û hat xwestin hemû bersûc bên darizandin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP)  a Îzmîrê berî 2'yemîn rûniştina doza Onur Gencer ê bi êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Deniz Poyraz qetil kir jê tê darizandin daxuyanî da. Daxuyanî li ber Edliyeya Bayrakli ya ku dê rûniştin lê bê dîtin hat dayin. Hevserokê HDP'ê yê Giştî Mithat Sancar, parlamenterên HDP'ê, rêxistinên mafê, rêxistinên jinan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Platforma Jinê ya Îzmîrê pankarta "Deniz Poyraz raperîna me ye, em ê şopdarê dozê bin","Em ji kujeran hesab bipirsin, dê faşîzim têk biçe em ê bi ser kevin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Li dijî faşîzmê em mil bidin milê hevdu","Deniz Poyraz raperîna me ye", "Dê jin hesab ji kujeran pirs bikin" hatin berzkirin. Li ser navê jinan aktivîsta mafê mirovan Gunseli Suna Kaya daxuyanî xwend.
 
'Em ji bo têkoşîna hevpar hene'
 
Mithat Sancar ê ku di destpêkê de mafê axaftinê girt diyar kir ku demokrasî û têkoşîna aştiyê hat hedefgirtin û got li dû vê komkujiyê planeke bi rêxistin heye. Her wiha Mîthat got dema têkoşîna edaletê ji bo her kesî bê dayin bi wate dibe, li cihê ku aştî lê tune be demokrasî jî lê tune ye. Mithat da zanîn ku daraz dixwaze komkujiyê wekî cinayeteke munferit bide nîşandan û got em ji bo têkoşîna hevpar hene û em ê her hebin. 
 
'Em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşde neavêjin'
 
Piştre Platforma Jinê ya Îzmirê daxuyanî da. Gunseli Suna Kaya ya ku li ser navê jinan daxuyanî xwend diyar kir ku kujer berî komkujiyê keşîf kiriye û hat gotin tê xwestin ser têkiliya wî ya bi SADAT'ê bê nuxumandin. Gunseliyê diyar kir ku helwesta Onur Gencer a rehet û êrişa wî ya li dijî malbatê dide xuyakirin ku ew tê parastin û got ew ê dev ji vê dozê bernedin, ew ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşde neavêjin û serî netewînin.