Rêveberên HADEP’ê 21 sal in winda ne

  • 10:05 24 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - 21 sal derbas bûn, lê hêj jî aqûbeta Serokê HADEP'ê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz nediyar e û kiryar nehatin cezakirin. Hevjîna Ebubekîr, Dîvan Denîz û dayika Serdar, Rabîa Taniş diyar kirin ku çend serlêdanên wan bêbersiv mane jî dê lêgerîna xwe ya dîtina cenazeyan bidomînin. 
 
Serokê HADEP'ê ya Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz, di 25'ê çilêyê sala 2001'ê ji bo îfadeyê çûbûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Lê belê piştî ku çûn qereqolê hew vegeriyan û ji wê çaxê heya niha aqûbeta wan nediyar e. Di ser windabûna wan de 21 sal derbasbû jî ji wan tu agahî nehat girtin û kesek jî nehat cezakirin. Hevjîna Ebubekîr Denîz, Dîvan Denîz û dayika Serdar Taniş, Rabîa Taniş ji ajansa me re axivîn. 
 
‘21 sal in çavên me li van rêya ye’
 
Hevjîna Ebubekîr Denîz, Dîvan Denîz diyar kir ku 21 sal derbas bû û heta niha tu agahiyek bi dest nexistine û got: “Zarokên min ji min dipirsin û dibêjin 'kêlikên xelkê heye, lê çima yê bavê min nîne?' Ez nizanim çi bersivê bidim zarokên xwe. Li Kerboranê gotin cenaze hatine dîtin û me çû xwîn da, lê belê piştî çend mehan hat diyar kirin ku cenaze ne ya me ye. Ji bo ku em cenazeyê xwe bigirin cihê ku me serî lê nedaye nema. Lê serlêdanên me bê encam man. Her roja pênşemê malbat diçin serdana gorên xwe. Xwezî gorekî me jî hebûya û em jî biçûna serdana gora wî. 21 sal in çavên me li van rêya ye ku em hestiyên xwe werbigirin.”
 
‘Sedsal jî derbas be em hêviya xwe winda nakin’
 
Dîvan, wiha bal kişand ser windakirina wan: “Hemû kes jî gelek baş dizane ku ew herdu jî çûn emniyetê ji bo îmze bavêjin. Kesên ku bang li wan kirin gelek baş dizanin ku çawa winda bûne. 5 roj şûnde ji me re gotin hatine îmze avêtine. Ji wê rojê vir ve me tu agahî ji wan negirtiye. Sedsal jî derbas be em hêviya xwe winda nakin. Daxwaza me ew e ku bila cihê cenazeyê wan ji me re bêjin. Wekî hevjînê min gelek kes bi vê awayî hatin windakirin."
 
‘Em ê heta dawiyê li pêy doza xwe bin' 
 
Dîvan, da zanîn ku 21 sal in di jiyana wan de xeynî êşê tu gûhertinek çênebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 21 sal in me tu xweşiyê xwe nedîtiye. Em tim vê êşê dikişînin. Her roj çavên me li rêyane ku dê rojek agahiyek bê ji me re. Me heta niha gelek gorên komî û bîr koland. Lê tu carî me hestiyê wan nedît. Di cejnan de dilê me xemgîn e. Her roja me dilşewat û dilşikestî derbas dibe. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.”
 
‘Ev 21 sal in em bênavber lêgerîna xwe didomînin’
 
Dayika Serdar Taniş, Rabîa Taniş jî bi lêv kir ku 21 sal in bênavber cenazeyê xwe diherin û tu agahî wernegirtine û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku hestiyên xwe werbigirin ev 21 sal in em li ber xwe didin û lêgerîna xwe didomînin. Em li Cizîrê diman wê demê. Hin kesan pêşiya wan birîbû û gotibûn ‘em polîs in, siwarê maşîneyê bin em ê biçin emniyetê’. Lê kurê min û Ebûbekîr Denîz siwarê maşîneyê nebûne û gotine em ê bi xwe bên. 25’ê çileyê de diçin îfadeyê bidin û piştre ji wan tu agahî nehat girtin. Me ji emniyetê pirsî, lê gotin nehatine li vir. Piştre 5 saet derbas dibe û dibêjin hatine îfade dane û çûne. Ji wê rojê heta îro em ji wan tu agahî nagirin. Me tu şopekî wan nedît. Ji bo ku em cenazeyê wan bibînin me heta niha serî li gelek cihan da. Lê belê tu bersiv nedidan me. Çend sal berê ji me re agahî hat û gotin ‘Cenazeyê we li Kerboranê ye’. Li ser vê yekê em çûn û me xwîn dan. Piştî sê mehan bersiv hat ku cenaze ne yê me ye." 
 
'Serlêdanên me bê bersiv man'
 
Rabîa da zanîn ku li Tirkiyê û Ewropayê serî li gelek cihan dan, lê serlêdan bê bersiv man û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Doza ku  me vekir bê encam ma û piştre me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. 21 sal derbas bû jî ew êş hêj di dilê me de ye. Heta ku em saxbin em ê li ser rêya doza wan bin. Heta em yek kes bibînin xwedî li vê dozê derkevin û em ê hestiyên xwe bibîbin."