ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 24 Çile 2022
  • Rojev
 
*Jinên Botanê, derbarê dersên kurdî yên bijarte de diyar kirin ku divê her malbat ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijere û gotin: "Ji bo parastina ziman jî divê malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxife." Hevseroka Egîtîm-Sen’ê ya Şirnexê Serap Ok jî ji bo serlêdanê bang li malbatan kir û wiha axivî: "Li dijî rê li ber girtina hilbijartina dersa bi kurdî serlêdan girîng e." BI DÎMEN 
 
*Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Rêveberiya Herêmî ya Firatê Semîre Mihemed têkildarî Şoreşa Rojava û salvegera rizgarkirina Kobanê her wiha rola jinê ya di nava şoreşê de wiha got:"Bi Şoreşa Rojava re jin ber bi azadiyê ve herikîn. Jinan di hemû qadan de cih girtin û rola xwe ya sereke bi xebatên xwe dan nîşandan. Tevî derfetên kêm û zehmetiyên ku li pêşberî wan jî têdikoşin."  DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Kubra Ekmen der barê nîqaşên nefeqeyê de ku li jinan xizaniyê ferz dike de axivî û got: “Mafê nefeqeyê li Tirkiyeyê ji aliyê komeke di bin navê ‘mexdurên nefeqeyê’ û mêrên nêzî desthilatdariyê ve, mijareke ku hatiye rojevê ye. Li Tirkiyeyê mexduriyetek wisa ne mijara gotinê ye. Em destur nadin qanûneke ku wê bi derewan bê derxistinê.” DÎMEN HEYE
 
*HDK bi şîara ‘em bajarê xwe diaxivin’ bi 6 sernavî wî foruman pêk bîne û wê bi jinan re metodên pêşniyarên avakirina jiyaneke nû û azadîxwaz nîqaş bike. DÎMEN HEYE
 
*21 sal derbas bûn, lê hêj jî aqûbeta Serokê HADEP'êSilopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz nediyar e û kiryar nehatin cezakirin. Malbatan, anî ziman ku heta cenazeyê xwe bibînin dê hêviya xwe winda nekin û gotin heta kiryar bên cezakirin û têkoşîna xwe bidomînin.  BI DÎMEN