Di Nobeta Edaletê ya li Wan û Amedê banga yekitiyê hat kirin

  • 15:58 23 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED/WAN - Di nobetên Edaletê ku li Amed û Wanê berdewam dikin de ji bo bidawîkirina bêedaletiyê banga yekitiyê hat kirin. 
 
Nobetên Edaletê yên ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye betalkirin bên berdan hatin destpêkirin berdewam dikin. Nobeta ku malbatan li Baroya Amedê dest pê kiriye di roja 69'emîn de berdewam dike. Yek ji xizama gitiyan Nuraya Abay, diyar kir ku heta daxwazên malbatan bên bicihanîn ewê çalakiya xwe bidomînin.
 
Dayika Mehmet Yildirim ê girtî jî Haza Yildirim, diyar kir ku ew 69 roj jin daxwaza edaletê dikin. 
 
Wan 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Baroya Wanê ji bo girtiyên nexweş bên berdan hatiye destpêkirin jî di roja 44'an de berdewam dike. Çalakî ji aliyê Rêxistina Navçeya Artemêtê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat ziyaretkirin. Di serdanê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Artemêtê Tahîr Şen axivî û diyar kir ku divê piştgiriya çalakvanan bê kirin.
 
'Li her qadê neheqî li kurdan tê kirin'
 
Tahîr bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da, ji bo dawî li bêedaletiyê bê anîn banga yekîtiyê kir. Tahir got, “Çend roj berê girtiyê nexweş Ramazan Turan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Ramazan tu tabût û wesayîta cenaze nehat dayîn. Ev neheqiyeke mezin e. Ji ber vê sedemê em Nobeda Edaletê watedar dibînin. Bloka desthilatdariya faşîst a AKP MHP'ê edaletê nas nake. Ji bo jiholêrakirina van neheqiyan divê kurd bibin yek. Ev bêedaletî dema kurd bibin yek dê ji holê bê rakirin. Divê her kes li dijî zîhniyeta faşîst dengê xwe bilind bike. Ji ber ku li kurdan li her qadê neheqî tê kirin.”