Di Kongreya DBP'ê de bal hat kişandin ser tecrîd û girtiyên nexweş

  • 15:57 23 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun di 5'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Rezanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Remziye got, "Yekane berpirsyarê ji mirina girtiyên nexweş hikûmet e."
 
Rêxistina Navçeya Baxlar a Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma "Em xwe bi rêxistin bikin, tecrîdê bişkînin, azad bibin" 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Rêxistina DBP'ê ya Amedê li dar xist. Li salona ku kongre lê hat lidarxistin pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana zindanan" û "Bi civaka rêxistinbûyî re ber bi jiyana azad ve" hatin daliqandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Hevserokên HDP'ê yên  Bajarê Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyyat Ceylan, Rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Rêveberên  TUAY-DER'ê yên Amedê û gelek rêveber û endamên partiyan tevlî kongreyê bûn.
 
'Em şehadetê weke kuştinê dibînin'
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez a ku di kongreyê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyan. Seval, anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên tecrîdê derbas dikin hene û wiha got: “Di dema dawî de gelek girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Em van şehadetan weke kuştinê dibînin. "Em dizanin ku girtî beriya ku bikevin girtîgehê ne nexweş in û bi zanebûn polîtîkayên ku wan nexeş bikin pêş dixin."
 
'Em ê tu carî gavê paşde neavêjin'
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber bi tu awayî nikarin bên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Remziye got, “Em li vir careke din dibêjin ku berpirsyarê mirina girtiyên nexweş ên li girtîgehan dewlet e." Li aliyê din Remziye jî bal kişand ser polîtîkayên şer ên li ser Gelê Kurd tên meşandin û got, “Hikûmet bi polîtîkayên xwe hewl dide ciwanan û jinan bixe bin parastina xwe. Em li vir careke din bang dikin; çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê tu carî gavê paşde neavêjin."
 
Di kongreyê de Mukaddes Dogan û Ahmet Candan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Kongre bi pîrozkirina hevserokên ku di serdema nû de dest bi peywirê dikin bi dawî bû.