Baroya Amedê piştgirî da Sezen Aksu

  • 10:50 23 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Baroya Amedê, piştgirî da hunermend Sezen Aksû ya ji aliyê AKP'ê, kes û rêxistinên nêzî AKP'ê ve hat lînçkirin û xwest ku ji azadiya ramanê re rêz bê girtin. 
 
Hunermend Sezen Aksû, di rojên dawîn de ji ber gotinên strana xwe ya bi navê "Şahane Bir Şey Yaşamak" ku di sala 2017'an de hatibû derxistin, ji aliyê AKP'ê, kes û rêxistinên nêzî AKP'ê ve hat lînçkirin. Gelek partî û rêxistinên sivîl, li dijî vê lînça AKP'iyan piştgiriya Sezen Aksû kirin. 
 
Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji Sezen Aksû re ragihand. Baroya Amedê, ji kesên ku Sezen Aksû lînç dikin xwest ku ji azadiya ramanê re rêzê  bigirin û ev daxuyanî da: "Em bang dikin ku herkes ji mafê ramana azadiyê ya bi hunerê re rêzê bigire, bi hişmendiya berpirsyarî tevbigere û biaxive."