Jina ku ken tu car ji rûyê wê kêm nebû: Girtiya nexweş Canan Utangaç

  • 09:06 23 Çile 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Ayşe Utangaç bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Canan Utangaç a li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û daxuyakirin ku Canan bi tena serê xwe nikare bijî, bi alîkariya hevalên qawişê hewcedariyên xwe tîne cih û tevî vê di girtîgehê de tê girtin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî li girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn. Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihîstin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.
 
Li dijî vê xizmên girtiyan li  Wan û Amed, ‘nobetên edeletê ‘dan destpêkirin û hewl didin bibin dengê girtiyan. Çalakiyên girtiyan li Baroya Wan û Amedê didome.
 
Yek ji girtiyeke nexweş a di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire,  Canan Utangaç a 4 sal in li girtîgeha Sîncanê girtiye. Di milê wê de şikestina omurîlîk, du platîn û 8 vîde hene.
 
Girtiya nexweş Canan
 
Canan di 1989’an de yek ji sê zarokên malbatekê ya herî biçûk li Eskîşehîrê hat dinê. Canan piştî dibistanên seretayî, navîn û lîseyê ji bo zanîngehê diçe Enqereyê. Piştî beşa Mamostetiya Polê ya Zaningeha Gazî ya Enqereyê diqedîne, di dibistanek taybet de dixebite û di 2018’an de di serdegirtina malan de bi hevjînê xwe Faruk Utangaç re tê binçavkirin. Piştre bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê tê girtin û dişînin girtîgeha Jinan a Sîncanê.
 
8 sal û 9 meh ceza
 
Li 27’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hatin darizandin û hevjînê wê jî bi heman sedemê hat girtin. Piştî darizandinê 8 sal û 9 meh ceza li Cananê hat birîn. Canan sê sal û nîv in li Sîncanê girtiye. Hevjînê wê jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê bi 9 sal ceza hat cezakirin û niha li girtîgeha Tîpa T ya Islahiyeyê ye.
 
Di 6 mehan de du qeza derbas kir
 
Li girtîgehê 6 mehên xwe derbas kir û qezayek derbas kir. Nerehetiya wê hîna didome. Torbeyê ava germ li ser bedena wê teqiya û di asta duyem de cihên cuda yên bedena wê şewitîn. Piştre di 4’ê Kanûna 2018’an de dema jimartinê de ji ranzayê de ket û ji nû ve birîndar bû. Di qezaya derbas kir de di omurîlîka wê de şikestin çêdibe û tê emeliyat kirin.
 
Bi kelepçeyê xistin beşa giran
 
Xwesuya Cananê, Ayşe Utangaç roja ku Canan ji ranzayê de ketiye û binpêkirinên jiyaye wiha vegot: “4-5 meh girtîbû torbeyê ava germ li ser teqiya. Ava germ bi ser de rijiya û bedena wê bi giran şewitî. Dermankirina wê baş nehat kirin. Hîna baş nebûbû ji ranzayê de ket. Piştî vê dibin nexweşxaneyê. Lê sibehê saet di 08.00’an de dikeve, saet ber bi êvarê 17.00’an de dibin Nexweşxana Numune ya Enqereyê. Ewil dibin revîrê. Piştre dibin nexweşxaneyê. Di rê de rastî pêkanînên nebaş hatiye. Bi kelepçeyê di beşa giran de girtine. Wê rojê agahî nedan me. Roja din gotin. Gotin ‘Canan ketiye dibe ku emeliyat bibe.’”
 
‘2 rojan di beşa giran de ma’
 
Ayşeyê wiha dirêjî dayê: “Tevî hewcedarî bi refakatê hebû destûr nedan. Gotin heta êvarê hûn ê bimînin û biçin. Em neçar man qebûl bikin. Canan du rojan di beşa giran de ma. Bi tena serê xwe nikaribû tiştekî bike. Ji ber vê hefteyekê li nexweşxaneyê ma. Bijîşkan digotin wê felç bibe. Piştre dîsa emeliyat bû. Niha di pişta wê de şikestina omurîlîk, du platîn û 8 vîda hene. Piştî qezayê nikare hewcedariyên bike. Divê li xwarin, rabûn û rûniştina xwe baldar be. Di van şertan de jî tê girtin. Piştî nexweşiyê demekê bi kursiya teker jiyana xwe domand. Divê klozetê bi kar bîne. Lê tevî me pere şand jî çareser nekirin. Hevalên wê bi derfetên xwe jê re klozet çêkirin. Di ser qezayê de sê sal derbas bû lê hîna êşa wê û bandora wê didome. Bi sermayê re êşa wê zêde dibe. Nikare her tim biçe nexweşxaneyê. Nikare cilên xwe bişo. Bi alîkariya hevalên xwe dike.”
 
‘Bila binpêkirin bi dawî bin’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku ji bo rewşa tenduristiya Cananê gelek caran hewldanên hiqûqî yên wan çêbûne û got divê ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin.
 
Jina ku ken ji rûyê wê kêm nabe
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de got Canan ‘jinek rûken’,’ jineke ku zirara wê negihiştiye tu kesî’ û wiha dawî lê anî: “Hevalên wê yên ji girtîgehê dertên, Canên wek ‘jina ku tu car ken ji rûyê wê kêm nabe’ vedibêjin.”