ROJEVA 23'YÊ ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 23 Çile 2022
  • Rojev
 
*Di qada sînemayê de jin li dijî têgehên zayendperest û hişmendiya serdestiya mêr derdikevin. Derhênerên jin diyar kirin ku ew dixwazin fîlmên ku bi perspektîfa jinan hatine çêkirin bigihînin hemû jinên cîhanê. BI DÎMEN
 
* Esma Ayaz a ku 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, di axaftina xwe ya telefonê de behsa binpêkirinên li wan tê kirin kir. Esma, diyar kir ku herî dawiyê di 20'ê çileyê de erîşê li wan hatiye kirin û hemû alavên wan hatine şikandin û got: “Em dixwazin heyetek bi lez were vir. Divê her kes dengê me bibihîze.” BI DÎMEN 
 
*Ciwanên Êlihê têkildarî polîtîkayên êrişên taybet ên li herêmê tên meşandin nirxandinên xwe parve kirin û gotin: "Ji bo tunekirina gelê kurd serî li rêbazên bişaftinê dane û êrişa herî zêde jî li ser ciwanên kurd pêk tê. Pêwîst e em di bin banê Meclîsa Ciwanan ya HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin û êrişan vala derxin."BI DÎMEN 
 
*Dîlşat Canbaz ya HDP’î da zanîn ku krîza li Kazakîstanê dişibe ya Tirkiyeyê û hikûmet bi heman rêbazan nêzî gel dibe û got: "“Dewlemend dewlemendtir, xizan jî xizantir bûne. Yekane rêya rizgariyê têkoşîn û berxwedane. Ya pêşeng jî gel bixwe ye. Dem dema serhildana gel e.”  BI DÎMEN 
 
*Jinan ji bo doza Denîz Poyraz a di 24’ê Çileyê de pêk tê bang kirin û gotin Denîz ji ber nasnameya kurdbûyin xwe hatiye qetilkirin û ev doz doza hemû jina ye. BI DÎMEN 
 
*Ayşe Utangaç bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Canan Utangaç a li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û daxuyakirin ku Canan bi tena serê xwe nikare bijî, bi alîkariya hevalên qawişê hewcedariyên xwe tîne cih û tevî vê di girtîgehê de tê girtin.
 
*Dayika Denîz Poraz Fehîme Poyraz a ku diyar kir ku êrîşa li Denizê hatiye kirin li hemû gelan hatiye kirin, banga tevli bûna dozê  kir û got, "Herkes dizane ku kujer ne tenê û hin kesên li pişt wî hene."