Platfoma Jinan a Semsurê: Em natirsin û îtaetê nakin

  • 16:27 22 Çile 2022
  • Rojane
SEMSÛR - Ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan Platforma Jinan a Semsûrê civîneke çapemeniyê li dar xistin û got: “Em li hemberî kuştina jinan bêdeng nabin û natirsin û îtaetê nakin." 
 
Platforma Jinan a Semsûrê ji bo balê bikişine ser qetilkirina jinan li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî jî piştgirî dan civînê. Di civîna ku kesên tevlîbûyî kurdeleyên reş bi singê xwe ve kirin de li ser navê platformê Suphan Denîz Dogan axivî. 
 
Suphan bal kişand ku êrişên ser jinan û kedkarên tenduristiyê her ku diçin zêde dibin û wiha got: “Em bi pandemiya tundiyê re rûbirû ne. Li vî welatî jin nayên parastin. Omur Erez û Canan Işik jî di nav de hemû jinên hatine qetilkirin ji ber polîtîkayên ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’ê pêk neanîne di nava me de nînin.”
 
Suphan, destnîşan kir ku divê zêdetir maf, destkeftî û têkoşîna jinan xwedî were derkeftin û wiha got: “Em ji bo xwedî li mafên xwe derkevin li kolanan e. Em di serî de Erez û Işik ji bo hemû jinên hatine kuştin serî hildidin. Ji bo ku kesekî din kêm nebe em ê li kolanan bin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Cînayetên jinan li her derê ne” bi dawî bû.