Endamên KESK'ê serdana 'Nobeda Edaletê' kirin

  • 15:36 22 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Endamên KESK'ê malbatên ku li Baroya Amedê "Nobeda Edaletê" didomînin ziyaret kirin û gotin: "Heta girtiyên me yên nexweş azad bibin em ê li cem têkoşîna we bin." 
 
Malbatên Girtiyan li Baroya Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û li dijî betalkirina înfazan 68 roj in çalakiya "Nobeda Edaletê" didomînin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê îro serdana nobetê kirin. 
 
Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan ku li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin, diyar kir ku 68 roj in ji bo zarok û xizmên xwe nobetê digirin û got: "Em tenê daxwaza edaletê dikin û dixwazin zarokên me bên berdan. Saziya Tiba Edlî raporên rast nade û armanc dike ku li girtîgehan cenaze derkevin. Girtiyên ku 30-35 salan li girtîgehan dimînin bi hincetên cuda nayên tehliyekirin. Em vê yekê qebûl nakin."
 
Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî di çalakiyê de ye wiha bal kişand ser rewşa girtiyan: "Duh li Wanê girtiyê bi navê Ramazan Turan ê nexweş di hicreya yek kesî de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Wekî apê Ramazan bi hezaran girtiyên wisa hene û em dixwazin di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Kesên ku dibêjin ez mirov im bila guh bidin dengê me." 
 
Li ser navê KESK'ê hevserokê TUMBEL-SEN'ê ya Amedê Mehmet Candar axivî û got: "Duh girtiyê 70 salî Ramazan Turan jiyana xwe ji dest da. Bi raporên Saziya Tiba Edlî qanûnên xwe binpêdikin. Di vê sir û sermayê de domandina nobetê watedar e. Wekî we Malbata Şenyaşar jî edaletê digere. Malbata Gulistan Dokû jî ji bo dîtina keça xwe di nav lêgerînê de nin. Em carek din dubare dikin em her tim her demî piştevaniya wan çalakiyan dikin. Heta azadiya girtiyên nexweş em ê piştevaniya malbatan bikin."
 
Piştî axaftinên hatin kirin nobeta îro hat bidawîkirin