Ji 'Nobeta Edaletê' ya Wanê: Ramazan Turan terkî mirinê kirin

  • 14:54 22 Çile 2022
  • Rojane
WAN - 43 roj in malbatên girtiyan li Baroya Wanê li dijî binpêkirina mafên girtiyan û serbestberdana girtiyên nexweş çalakiya "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin didome. Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê di serdanê de bal kişand ser Ramazan Turan û gotin: "Ramazan Turan terkî mirinê hat kirin." 
 
Li Baroya Wanê ji hêla malbatên girtiyan ve bi navê "Nobeta Edaletê" çalakiyek hat destpêkirin. Çalakiya malbatan 43 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe hewl didin ku bibin dengê girtiyan û daxwazên girtiyan bînin ziman. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê îro serdana malbatan kir. 
 
Di serdanê de Hevserokê HDP'ê ya Rêya Armûşê Îdrîs Polat axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Divê demildest tecrîd bê bi dawîkirin. 
 
Her wiha duh girtiyê 70 salî Ramazan Turan bi awayekî guman li hicreyê jiyana xwe ji dest da. Ramazan bi zanetî terkî mirinê hat kirin. Îro kesên ku li dijî edalet û hiqûqê derdikevin dê sibê ji bo wan jî lazim bike.
 
Em heta dawiyê piştevaniya malbatên girtiyan dikin. Em bang li rayedarên dewletê ya li hemberî çalakiyan bêdeng mayîn dikin ku bila berpirsiyariya xwe bînin cih. Divê dev jî wan bêhiqûqiyê berdin."