HDP: AKP-MHP polîtîkaya zilmê li zindanan girantir dike

  • 14:35 22 Çile 2022
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê derbarê Ramazan Turan ê li hucreya yekkesî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da de wiha got:"Desthilata AKP-MHP'ê polîtîkaya zilm û îşkenceyê li zindanan girantir dike, cezayê darvekirinê yê nixumandî li hezaran girtiyan dibire."
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede bi daxuyaniyeke niviskî bal kişand ser Ramazan Turan ê li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da. Umît diyar kir desthilata AKP-MHP'ê polîtîkaya zilm û îşkenceyê li zindanan girantir dike, cezayê darvekirinê yê nixumandî li hezaran girtiyan dibire.
 
'Ev nêzîkatî nîşaneya qelsbûnê ne, dûrketina ji mirovahiyê ye' 
 
Daxuyaniya ji aliyê Umît Dede ve hat belavkirin wiha ye:  ''Rejîma Qesrê ji  7 saliyan bigire heta bi 70 saliyan gelê kurd bi 'terorîstî' radigîne, di dijminatiya kurdan de sînoran nas nake. Ramazan Turan ê 70 salî ku bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' rehîn hatibû girtin li Girtîgeha Wanê şehîd bûye û bi Turan re di nav van 2 mehan de 8 cenaze ji girtîgehê derketine, li gorî daneyên ÎHD'ê hejmara girtiyên nexweş 6 caran li xwe zêde kiriye.
 
Ev kirinên dermirovî, aşkere sûc e, dijminatiyê li miriyên kurdan jî dikin'' û bi bîr xist qeyûm wesayita cenaze nedaye, nehiştine ku cenaze li nexweşxaneyê were şûştin, melayê ku bang lê hatî kirin ji bo ku were ser cenaze bi hinceta ku ji Diyaneta Tirk destûr nestandiye nehatiye. Ev nêzîkatî nîşaneya qelsbûnê ne, dûrketina ji mirovahiyê ye, pişaftina nirxên dînî û sincî ye. Em ê li dijî vê pergala bêehlaq û zilmê têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin."