Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ dest pê kir

  • 14:29 22 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexa Urdun Emmanê Kongreya "Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb" bi tevlîbûna dehan siyasetmedarên Rojhilata Navîn dest pê kir.
 
Kongreya "Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb" li paytexda Urdun Emmanê, bi tevlîbûna siyasetmedarên ereb û kurd yên ji Iraq, Sûriye, Urdun û Lubnanê dest pê kir. Kongre bi peyama Rêveberê Giştî yê Sentera Lêkolînên Siyasî yê Qudsê Erîb Rintawî destpê kir. 
 
Li gorî bernameya kongreyê wê panel werin dayîn û tê payîn heya saet 17:00’an dewam bike.