Xizmên Windayan tevî hewaya sar li Parka Koşuyoluyê kom bûn

  • 13:59 22 Çile 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Xizmên Windayan tevî hewaya sar û berfê di çalakiya xwe ya hefteya 676'emîn de kom bûn û gotin:"Em dadê dixwazin". Di çalakiya îro de li serpêhatiya Îlyaz Eren ê li Pasûrê ji aliyê leşkeran ve gef lê dihat xwarin û piştre hat revandin hat guhdarkirin.
 
Li Tirkiyeyê di salên 90'î de 17 hezar kurd bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û windakirin. Gorên bi hezaran kurdan hêj nediyar in û kes nizane ew li ku û bi çi awayî hatine kuştin. Xizmên Windayan bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di hefteya 676'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyoluyê çalakiya xwe li dar xistin û li aqûbeta windayan hat pirsîn.
 
Di destpêka çalakiyê de hevserokê ÎHD'ê Abdullah Zeytun axivî. Li pişt wê Endama Rêveberiya Komîsyona ÎHD'ê Derya  Yildirim serpêhatiya Îlyas Eren ê di 11'ê Adara 1997'an de li navçeya Pasûrê hat revandin û êdî xeber jê nehat girtin, xwend.
 
Metna daxuyaniyê wiha ye;
 
Îlyas Eren ji mezraya Rindikê ya Gundê Dêlit ê navçeya Pasûrê ye. Di pêvajoya salên 1993'yan de gundê wan ji aliyê leşkerên tirk ve tê dorpêçkirin û çetetî lê tê ferzkirin. Îlyas Eren ê ku çetetî qebûl nekir koçî navenda navçeyê bû. Lewra li vir jî gef û êriş li ser kêm nebûn. Îlyasê bavê 8 zarokan e di salên 90'î de jî tê girtin û 20 rojan bi îşkenceyên giran re rû bi rû tê hêlan. Di 11'ê Adara 1997'an de jî koçî Amedê dibin. Îlyas ji bo dubare here Pasûrê tê termînalê  û di saet dora 13.00'an de 4 polîsên ku cilên sîvîl li xwe kirine wî bi zorê dixin maşîneyê. Xwediyê maşîneyê jî ji Pasûrê ye. Malbata wî ji wê rojê şûnde xeber ji Îlyas negirt.
 
Malbata Îlyas serî li serdozgeriya Komara Tirkiyê ya Amedê didin. Lewra ji wan re tê gotin ku derbarê girtina wî de tu qeyd tune ne. Ango derbarê lêgerîn û dîtina wî de jî tiştek nayê kirin. Herî dawî AÎHM'ê di salên 2003'yan de derbarê windabûna Îlyas Eren de biryara binpêkirina mafên mirovan da û Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê kir."
 
Deryaya metna daxuyaniyê xwend herî dawî ev gotin kir: "Ev 25 sal in em li aqûbeta Îlyas  Eren dipirsin. Em cardin dibêjin em ê tim li aqûbeta windayan bipirsin. Encam çi dibe bila bibe divê kujer werin darizandin."