Rêxistina HDP'ê ya Amedê serdana Nobeta Edaletê kir
- 15:50 18 Çile 2022
- Rojane
AMED - Di roja 64'emîn a nobeta Edaletê de rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê serdana malbatan kir û got çi pêwîst bike em amade ne.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 64'yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulîstan Atasoy serdana malbatan kirin.
'Daxwaza we daxwaza me ye'
Gulîstanê diyar kir ku li gelek deveran ev çalakiyên edaletê didomin û wiha pê de çû: " Daxwaza edaletê ne ya malbatên girtiyan tenê ye, daxwaza gelek nîştecihên vî welatî û bi taybetî ya gelê kurd e. Ev rêbazek têkoşînê ya li hemberî zilm, tecrîd û bêmafiyan e. Pêwîst e were mezinkirin û piştgirî bê dayin. Em jî wekî HDP'yî em soza piştgiriyê didin. Daxwazên we daxwazên me ne."
Herî dawî malbatên girtiyan jî xêrhatina mêvanan kirin û gotin heya ku daxwazên me bicih tên em ê li berxwe bidin.