Rêxistina HDP'ê ya Amedê serdana Nobeta Edaletê kir 2022-01-18 15:50:51     AMED - Di roja 64'emîn a nobeta Edaletê de rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê serdana malbatan kir û got çi pêwîst bike em amade ne.   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 64'yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulîstan Atasoy serdana malbatan kirin.    'Daxwaza we daxwaza me ye'   Gulîstanê diyar kir ku li gelek deveran ev çalakiyên edaletê didomin û wiha pê de çû: " Daxwaza edaletê ne ya malbatên girtiyan tenê ye, daxwaza gelek nîştecihên vî welatî û bi taybetî ya gelê kurd e. Ev rêbazek têkoşînê ya li hemberî zilm, tecrîd û bêmafiyan e. Pêwîst e were mezinkirin û piştgirî bê dayin. Em jî wekî HDP'yî em soza piştgiriyê didin. Daxwazên we daxwazên me ne."   Herî dawî malbatên girtiyan jî xêrhatina mêvanan kirin û gotin heya ku daxwazên me bicih tên em ê li berxwe bidin.