'Nobeta Edaletê' ya li Wanê: Bila girtî demildest bên berdan

  • 16:24 11 Çile 2022
  • Rojane
WAN - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan a li avahiya Baroya Wanê didome. Hevseroka HDP'ê ya Qelqeliyê Sakine Kutpinar a çû serdana nobetê wiha got:"Bila girtî demildest bên berdan. Daxwaza malbatan daxwaza me ye."
 
 "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in li avahiya Baroya Wanê di roja 33'yan de didome. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qelqeliyê, Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) çûn serdana xizmên girtiyan. Hevseroka HDP'ê ya Qelqeliyê Sakine Kutpinar da zanîn welat di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û da zanîn girtiyên siyasî ji aliyê îktarê ve wekî "rehîneyên siyasî" tên girtin. 
 
'Daxwaza malbatan daxwaza me ye'
 
Sakineyê da zanîn ku ev bi salan e li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibin û wiha got:"Loma bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Em naxwazin zirar bigihêje nenûka hevalên me. Hemû girtiyên siyasî ji ber behsa demokrasî û hiqûqê dikin û helwesta xwe ji aliyê mafên mirovan ên bingehîn eşkere dikin li girtîgehan tên girtin. Bila girtî demildest bên berdan. Daxwaza malbatan daxwaza me ye."