'Nobeta Edaletê' ya li Wanê: Bila girtî demildest bên berdan 2022-01-11 16:24:20   WAN - "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan a li avahiya Baroya Wanê didome. Hevseroka HDP'ê ya Qelqeliyê Sakine Kutpinar a çû serdana nobetê wiha got:"Bila girtî demildest bên berdan. Daxwaza malbatan daxwaza me ye."    "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in li avahiya Baroya Wanê di roja 33'yan de didome. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qelqeliyê, Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) çûn serdana xizmên girtiyan. Hevseroka HDP'ê ya Qelqeliyê Sakine Kutpinar da zanîn welat di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û da zanîn girtiyên siyasî ji aliyê îktarê ve wekî "rehîneyên siyasî" tên girtin.    'Daxwaza malbatan daxwaza me ye'   Sakineyê da zanîn ku ev bi salan e li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibin û wiha got:"Loma bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Em naxwazin zirar bigihêje nenûka hevalên me. Hemû girtiyên siyasî ji ber behsa demokrasî û hiqûqê dikin û helwesta xwe ji aliyê mafên mirovan ên bingehîn eşkere dikin li girtîgehan tên girtin. Bila girtî demildest bên berdan. Daxwaza malbatan daxwaza me ye."