Li Cizîr û Hezexê serdegiritnên malan: 5 kes hatin binçavkirin

  • 12:33 9 Çile 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ku li Cizîr û Hezexê hatin kirin de, di nav de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî jî heyî 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser malan de hat giritn.  Li Cizîrê di serdegirtinên malan de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBY- DER'ê Huseyîn Înedî, Şukru Acar û Mazlum Duru û li Hezexê jî Medya Hezar hatin binçavkirin.  
 
5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin muduriyeta polîsan.
 
Herwiha hat ragihandin ku di dema lêgerîna li malan de deriyê malan hatiye şikandin û alavên malan hatine belavkirin.