Li Cizîr û Hezexê serdegiritnên malan: 5 kes hatin binçavkirin 2022-01-09 12:33:01     ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ku li Cizîr û Hezexê hatin kirin de, di nav de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî jî heyî 5 kes hatin binçavkirin.   Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser malan de hat giritn.  Li Cizîrê di serdegirtinên malan de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBY- DER'ê Huseyîn Înedî, Şukru Acar û Mazlum Duru û li Hezexê jî Medya Hezar hatin binçavkirin.     5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin muduriyeta polîsan.   Herwiha hat ragihandin ku di dema lêgerîna li malan de deriyê malan hatiye şikandin û alavên malan hatine belavkirin.