Li Qaqizmanê ji bo 4 herêman biryara qedexeyê hat dayin

  • 13:55 8 Çile 2022
  • Rojane
QERS - Li Navçeya Qaqizmanê 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin. 
 
Qedexeyên herêmên Bakur dewam dikin. Walîtiya Qersê bi daxuyaniya da diyar kir ku wan 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirine. 
 
Hêrêmên ji bo wan biryara qedexeyê hatine dayin wiha ne: Herêma Çemçê, Herêma Madûr, Qurtkulax û  Pirpenek.
 
Ew ê qedexeyê heta 1'ê Çileyê û 31'ê Kanûna 2022'yan bidome.