Li Qaqizmanê ji bo 4 herêman biryara qedexeyê hat dayin 2022-01-08 13:55:37   QERS - Li Navçeya Qaqizmanê 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin.    Qedexeyên herêmên Bakur dewam dikin. Walîtiya Qersê bi daxuyaniya da diyar kir ku wan 4 herêm bi qansî salekê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirine.    Hêrêmên ji bo wan biryara qedexeyê hatine dayin wiha ne: Herêma Çemçê, Herêma Madûr, Qurtkulax û  Pirpenek.   Ew ê qedexeyê heta 1'ê Çileyê û 31'ê Kanûna 2022'yan bidome.