Li Wanê 'Nobeta Edaletê' di roja 28'an de ye: Em li gel girtiyên xwe ne

  • 16:17 6 Çile 2022
  • Rojane
 
WAN - MEBYA-DER û TUHAY-DER di roja 28'emîn a "Nobeta Edaletê" de çûn serdana malbatên girtiyan ên dest bi nobetê kirine. Di serdanê de peyama, "Em ê heta dawiyê bi girtiyên xwe re bin" hat dayin. 
 
"Nobeta Edaletê" ya li Wanê ji aliyê malbatên girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in hatibû destpêkirin di roja 28'an de didome. MEBYA-DER û TUHAY-DER çûn serdana malbatên li Baroya Wanê nobetê digirin. 
 
'Em amade ne ku tiştên dikeve ser me em pêk bînin'
 
Hevserokê MEBYA-DER'ê Burhan Demir,  wiha got:"Ji ber ew nasnameya xwe û zimanê xwe înkar nakin bi her zextê rû bi rû dimînin. Em ê heta dawiyê li gel girtiyên xwe bin. Em rêzê li hember sekna wan a bi rûmet digirin. Em amade ne ku tiştên dikeve ser me em pêk bînin